
Bi beşdarbûna bi dehan xelkên bajarê Dêrikê Radiyoya Dîcle FM bi merasîmek hate vekirin.
Radiyoya Dîcle wê li ser pêla 7.89’an ji saet 07:30`ê Sibehê de ta bi 12:00`ê NŞ dê weşanê bike.
Her wiha wê Radiyo ji tevahiya herêma Cizîrê, Şengal, Cizîra Botan, Dihok, Cûdî û Gabarê bi zimanên kurdî, erebî, suyranî, kildanî û ermenî were guhdarkirin.
Rêveberê Radiyoya Dîcle Fm Melevan Resûl diyar kir ku armanca wan ji vekirina radiyoyê, parastina çand û mîraseya pirreng a bajarê Dêrikê ye.
Resûl ev tişt anî ziman :
“Radiyoya Dîcle dê namyeke ji tevahî gelan re be.
Radiyo wê girîngiyê bide rewşa gel û êşa wê, rewşa xizmetguzarî, wêje, kevneşopî, dîrok û pêşxistina çanda herêmê û dê nûçeyên siyasî biweşîne.”