Her kêliyê dibe dilê Navalny raweste

Lîderê Mixalîfê Rûsya Aleksey Navalny di zindanê de tê kuştin. Bizîşkên Navalny ragihandin ku dibe her kêliyê dilê wî raweste.

Li dijî vê yekê DYA ragihand ku ger Navalny bimire wê encamên wê hebe. Ewropa jî ji rewşa lîderê mixalîfê Rûsî bifikarin.

Her alîgirên Nevalny jî xwe amade dikin li seranserê welat roja Çarşemê dakevin qadan.

Rêveberiya Serokdewletê Rûsya Vladimir Pûtîn bi tevgera xwe dide xuyakirin ku armanca wan ya kuştina lîderê mixalîfan Aleksey Navalny heye.

Ji ber êşê Navalny ew rakirin nexweşxaneyê.

Rêveberiya girtîgehê her çiqasî ragihand ku rewşa Navalny başe jî lê ev yek di nava qada navnetewî de zêde bawerî neda avakirin.

Dawiya heftê bizîşkên Rûsya ragihandibûn ku rewşa lîderê mixalîfan nebaşe û gotibûn:

Di her kêliyê de dibe ku dilê Navalny raweste.

Amerîka: Ger Navalny bimre wê encamên wê ji bo Rûsya hebe

Rewşa heyî bûye yek ji mijarên sereke yên li Ewropa û Amerîka.

Şêwirmendê Parastina Ewlehî yê DYA Jake Sullivan ji televsiona CNN re li ser mijarê axivî û got:

Ger Navalny bimre wê encamên vê yekê hebe.

Rûsya wê di qada navnetewî de ji encamê berpirsyar were dîtin.

Ewropa ji rewşa Navalny bifikare

Îngilistan, Fransa, Almanya û Ewropa têkildarî rewşa Navalny fikarên xwe anîn ziman.

Berpirsê bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE جوزيب بوريل Josep Borell jî got:

Di vê di zutirîn demê de Navalny bi bizîşkê xwere bikare hevdîtinê pêk bîne.

Navalny ji ber bêedaletiya li girtîgehê 31’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiribû.

Alîgirên Navalny çarşemê wê li seranserê Rûsya dakevin qadan

Alîgirên mixalîfê Rûsya roja Çarşemê disan xwe amadedin ku li seranserê welat dakevin qadan.

Li dijî xwepêşandêran rêveberiya Pûtîn jî, di nava tevgerê de ye.

Back to top button