Kongra Star: Divê destwerdan ji bo rewşa Tirkiyê bê kirin

Koordînasyona Kongreya Star helwesta xwe ji vekişandina dewleta Tirk ji Peymana Stenbol eşkere kir û got, ‘Sedema vekişandina ji Peymana Stenbol, rewakirina girtin û biçavkirina jinan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye’.

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî vekişandina dewleta Tirk ji Peymana Stenbûl daxuyaniyeke nivîskî weşand û got,

“Bi salan e dewleta Tirk a faşîst, şer û êrişên xwe li ser gel, sazî, partiyên me li Bakurê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê jî nade sekinandin.

Bi hincetên cuda û bi qezenckirina raya dewletên Ewropayê êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê li ser erdê rewa dike”.

Kongra Star destnîşan kir ku dewleta Tirk ji 2015’an ve parlamenterên jin, siyasetmedarên jin û hevserokên şaredariyan ên jin de îşkence dike.

Tu saziyeke mafên mirovan li cîhanê van sûcan rewa nabîne, bi taybet sûcên ku dewleta Tirk li ser gel û jinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dide meşandin.

Kongra Star da zanîn ku heta ji destê dewleta Tirk tê deng û rengê azadiyê di şexsê jinên azadîxwaz de diperçiqînin da ku demokrasî belav nebe.

Kongra Star anî ziman ku sedema vekişandina ji Peymana Stenbûl, rewakirina girtin û biçavkirina jinan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye û got,

Bi bi vî awayî rojane jin têne biçavkirin û di 5’yê Nîsanê de jî 26 jin û di 12’ê Nîsanê de jî 11 jin hatin binçavkirin bê ku sûcên wan were zanîn.

Di heman demê de êrişî Komeleya Roza kirin û hin endam û dayikên aştiyê girtin.

Ev kiryarên hovane tê wateya ku dewleta Tirk ji bo parastina Osmaniyan her cure hovîtiyê bi kar tîne.

Di dawiyê de Kongreya Star bang li hemû saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û mafên jinan kir ku destwerdaneke lezgîn ji bo rewşa Tirkiyê bikin.

Her wiha bang li tevahî rêxistinên jinan kir ku yek deng û yek helwest bin da ku rê li ber neheqiya li ser jinan tê kirin. bigirin.

Back to top button