Meclisa Kantona Hesekê ji ber qutkirina avê rewşa awarte ragihand

Rêveberiya avê û Meclisa kantona Hesekê ji ber qutkirina avê ji ser Stasyona Elok rewşa awarte li bajarê Hasakê ragihand.
Ji bo pêşî-girtina li karesatek mirovahî bang li rêxistinên navneteweyî kirin ku bilez destwerdanê bikin.

Piştî civîna awarte ya têkildarî qutkirina avê ji stasyona Elok, Meclisa Kantona Hesekê rewşa awarte ragihand.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Hesekê Sozdar Ehmed got:

Piştî stasyona elektirîkê ya li Dirbêsiyê ku kehrebe dida stasyona Elok, hate şewitandin. Stasyona Elok ji 12’ê Nîsanê de ji xizmetê derketiye.

Aliyên têkildar ên Hesekê pirsgirêka elektirîkê çareser kirin, lê belê çete stasyonê bi temamî nadin xebitandin.

Sozdar destnîşan kir ku efserekî Tirk ferman daye ku tenê 4 bîr û pompeyekê tenê bidin xebitandin, bi wê yekê jî av tenê wê bigihêje hin gundên dagirkirî û têrê nake ku bigihêje bajarê Hesekê.

Dawiya civînê, bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî hat kirin ku beriya karesateke mirovî bi lez destwerdanê bikin.

Back to top button