Hêzên hikumeta Şamê herêma bêçek topbaran kir

Hêzên Hikumeta Şamê gelek bajarokên li başûrê Idlibê, topbaran kirin. Hem wextî van êrîşan tevgera balafirên keşfê yên Rûsya li asîmanê herêmê hebûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên Hikumeta Şamê herêmên Fetîra, Sifohin, Kensefra û derdora Çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê, bi dijwarî topbaran kirin.

Her wiha tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên Rûsî hebûn.

Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk bi çekên sekvaniyê êrîşî endamên Hêzên Hikumeta Şamê yên li bajarokê Dare El-Kebîre ya li başûrê Idlibê kirin.

Di encamê de endamekî hikumetê birîndar bû.

Back to top button