Dolar li pêşberî lîreyê Tirkî 9,66 derbas kir

Serokomartê Tirkiye Erdogan yê xwe weke baştirîn aborînas dide naskirin, her ku di axive civaka Tirkiyê hejar dibe.
Lîreyê Tirkiye li pêşberî dolar dema xwe ya herê bênirx dît.

Piştî ku Banka Navendî duh faîza 200 pûan daxist, Lîreyê Tirk her ku diçe daketina nirxê xwe dewam dike.

Îro serê sibê bi vebûna piyaseyan re rêjeya Dolar/TL bi lez zêde bû û ji 9,66an derbas bû.

Rêjeya Euro/TL ji 11,24 û rêjeya Sterling/TL ji 13,32 derbas bû.

Li bazaran duh herî zêde 50’an jî 100 pûan kêmkirina bendê dihat hêvî kirin.

Hewildanên rejîma serokê AKP’ê Erdogan civaka Tirkiyê roj bi roj hejartir dike.

Bi daketina lîreyê Tirkî re, qerdê wê yê ji welatên cîhanê re zêde dibe.

Ev yek ji dibe sedema ku civak hîna hejartir bibe.

Aborînas jî dibêjin ji ber polîtîkayên têne meşandin, wê lîreyê Tirkiye hîna jî nirxê xwe winda bike.

Ev yek jî krîzên aborî yên ku Tirkiye di 30 salên dawî de jiyaye, tîne bîra mirov.

Back to top button