Piştî 9 salan, Rejîmê Seraqib bi dest xist

Piştî Meret Numan, rejîma Sûrî bajarokê Seraqibê jî bi dest xist û li Helebê jî çend gund mane ku riya M5 a navdewletî bi temamî kontrol bike.

Dewleta Tirk jî li ser mayîndekirina dagirkirina xwe ji xaka Sûriyê teqez dike, derbaskirina piştgiriya leşkerî ji herêmên bi navê ”Kêmşer” re dewam dike û nuqteyek din li rojhilatê Idlibê ava dike.

Piştî 9 salan, careke din rejîma Sûrî bajarokê Seraqibê yê stratejîk li Idlibê bi dest xist.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku piştî dorpêçkirina çeteyên dewleta Tirk, Rêjîma Sûrî bi piştigirya hewayî ya Rûsyayê dest xwe danî ser Seraqib.

Piştî bidestxistina rejîmê ji Seraqibê re, şerê ku ev bêhtirî 15 rojan li Idlibê li dar e, ji ber rewşa avûhewayê, rawestiya.

ŞERÊ LI HELEBÊ
ÇEN GUND MANE Û REJÎM BI TEMAMÎ RIYA M5 KONTROL DIKE

Lê şerê li eniyên Helebê, gurtir bû û piştî ku rejîmê deverên Qeleiçiya, Xelsa, Zêtan, Berna û Hiwêr li gundewarê Helebê bi dest xistin, tenê çend gund li pêşiya wê man ku bi awayekî giştî riya navdewletî ya Şam-Heleb ango riya M5 kontrol bike.

Li aliyekî din dewleta Tirk jî derbaskirina piştgiriya leşkerî ji xaka Sûriyê re dewam dike.

HERÊMÊN ”KÊMŞER”
DEWLETA TIRK NUQTEYEK DIN LI ROJHILATÊ IDLIBÊ AVA DIKE

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku artêşa dewleta Tirk derdora 10 barhilgirên leşkerî bi riya dergeha Bab Hewa derbasî herêmên bi navê ”Kêmşer” kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku ev piştgiryên leşkerî jî , ji bo avakirina nuqteyek din a dewleta Tirk li herêma bi navê Iskan Eskerî li rojhilatê Idlibê ne.

Dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk jî destnîşan kirin ku derdora 150 erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk debasî nuqteyek dewleta Tirk li Sûriyê bûn.

DAGIRKERIYA TIRKIYÊ LI SÛRIYÊ
TIRKIYE: EM JI NUQTEYÊN XWE YÊN LI IDLIBÊ VENAKIŞIN

Di vê derbarê de careke din dewleta Tirk li ser dagirkirina xwe ya mayînd li Sûriyê tekez kir û ragihand ku ew ji nuqteyên xwe yên li Sûriyê venakişin.

Çavkaniyeke ewlehî ya dewleta Tirk ji ajansa Rueters re tekez kir ku tevî ku hin ji wan ji aliyê rejîmê ve hatine dorpêçkirin, ti pilanên dagirkeriya Tirkiyê yên vekişîna ji nuqteyên li Idlibê nîne.

ŞERÊ LI IDLIBÊ
ÇAVUŞOGLU: SIBE EM Ê BI ŞANDEYEKE RÛSÎ RE BICIVIN

Ji bo rewşa dawî ya Idlibê, jî wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu idîa kir ku sibe şandeyeke Rûsî li Tirkiyê dicive.

Beriya du rojan jî serokê dewleta Tirk Erdogan gef li rejîmê xwaribû û idîa kiribû ku eger rejîm heta dawiya Sibatê veneger sînorên hevpeymana Sûtçî, ew ê bi rêbaza leşkerî wê vegerînin.

Back to top button