Tirkiye çeteyên ji Sûriyê perwerde dike û bi pereyên Qeterê ji bo Lîbyayê tên şandin

Çapemeniya Rûsî ragihand ku dewleta Tirk çeteyên ji Sûriyê perwerde dike û bi pereyên Qeterê ji bo Lîbyayê dişîne.

Li gorî ajansa Fedral ku nêzî Kremlinê ye, dewelet Tirk hezar û 200 çeteyên ji bakurê Sûriyê di kampên nêzî Izmîrê de perwerde kirine.

Ajansa Rûsî eşkere kir ku ev çete piştî perwerdeyê bi riya pereyên Qeterê ji bo Lîbyayê hatine şandin.

Ajansê destnîşan kir ku bi riya balafirên Lîbî ev çete ber bi bajarê Mesreat ya Lîbyayê ve hatine şandin.

Ev çete jî tevlî şerê hikûmeta Wîfaqê ya bi Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dibin.

Di dawiya mehe çûyî de jî, berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed El-Mismarî, eşkere kiribû ku bi riya Tirkiyê, zêdeyî 3 hezar çeteyên ji Sûriyê, ji bo Lîbyayê hatine şandin.

Ehmed El-Mismarî teqez kiribû ev çete gelek sûc kirine.

Back to top button