Rêveberiya Îstixbarat leşkerî ya Iraqê kesekî ku malbatên çeteyên ji Sûriyê direvandin Iraqê girt

Rêveberiya Istixbarta leşkerî ya Iraqê bi daxuyaniyekî ragihand ku wan îro kesekî ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê direvandin û derbasî Iraqê dikirin, girtin.

Rêveberiya Istixbaratê da zanîn ku wî kesî malbatên çeteyan bi riya belgeyên sexte derbasî Parêzgehên Nînewa û Enbar ên Iraqê dikirin.

Beriya niha jî hêzên Heşda Şebî ragihanibû ku wan hin malbatên çeteyên DAIŞ’ê ku bi rengekî ne qanûnî derbasî Iraqê bûne, girtine.

Duh bi şev jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşê navçeya Xaneqîn a Kerkûkê kiribûn, di encama êrişê de bav û kurê wî hatin kuştin.

Di demên dawî de li derdora Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û deverên din ên Iraqê liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye.

Back to top button