Istixbarata dewleta Tirk jinek ji navçeya Reco revand

Dewleta Trik a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên dermirovî li dijî sivîlên Efrînê didomîne. Li bajarê Efrînê û gundewarên wê yên dagirkirî çeteyan, 3 jin, 9 sivîl revandin.

Sivîlên Efrînê her roj li herîma Efrînê ya dagirkirî, rastî kirayrên hovane yên dewleta Tirk û çateyên wê tên.

Dewleta Tirk bi van bipêkirinên dermirovî, hewil dide guhartina demografiya Efrînê pêk bîne.

Û dagirkeriya xwe li herêmê bidomîne.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Isam Ilûş Itar ji gundê Anqelê ya Şiyê revand.

Çete ji bo berdan Isam 3 hezar dolar ji malbatê xwestin.

Rêxistinê da zanîn, ji destpêka meha adra borî ve, Istixbarta dewleta Tirk, keca bi navê Şeze Xelîl Mistefa ya ji gundê Qûpê yê navçeya Reco revand û çarenûsa wê heya niha ne diyar e.

Çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê 7 sivîl di nav de 2 jin revandin

Li bajarê Efrînê jî çeteyên dagirkeriyê 2 jin, 7 sivîl revandin.

Navên wan wiha ne:

Emîne Elî Elo (57)
Meryem Mihemed Îbrahîm (33)
Mehmud Hec Mistefa (66)
Ehmed Mehmud Hec Mistefa (34)
Xelîl Îbrahîm Xoce (54)
Bangîn Mihemed Îbrahîm (23)
Şeban Elî Cume (66)

yê ji gundê Kurzêlê ye.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê diyar kir ku ji bo berdan wan çeteyan ji her sivîlekî 2 Milyon L.S fidiya xwest.

Di derbarê binpêkirinên dewleta Tirk li Efrînê de, navenda belgekirina binpêkirin li Bakurê Sûriyê ragihand ku di Adara borî de dagirkeriya Tirk li Efrînê 5 jin, 48 sivîl revand bûn.

Back to top button