Piştî daxuyaniya Erdogan li heremên erdhejê êşkence pêk hat

Li Bakurê Kurdistan li herêmên erdhejê dîmenên lêdan û êşkenceyê tên
Ev êşkence bi hinceta dizîkirina dikan şelandine pêk tê.
Di encamê polîtîkayên desthilata faşîst a Erdogan de doh li lîwa îskenderûn 3 kes bi êşkenceyê hate kuştin
Ji komîsyona hikûqê ya HDP’ê diyar kir ku sedem çi dibe bila bibe heqê kesekî nîne yekî din êşkence bike.

Şefê faşîst Erdogan 7’ê sibatê derket pêşberî çapemeniyê gef kesên xemsariya desthilatê ya li hember karesetê rexnedikir xwar.

Di daxuyaniya xwe ya 9’ê sibatê de jî şefê tirk Erdogan ji bo hêrs û nerazîbûnên gel ê li hember desthialta AKP-MHP’ê berovajî bike dest bi şerê taybet kir

Di daxuyaniya xwe de got: li herêmê erdhej Agahiyên dizî û şelandinê tên

Piştî daxuyaniya erdogan li gelek devaran bi pêşengtiya polîs û cendermeyan dîmenên êşkenceyê hatin belavkirin.

Di dîmenan de kesên bi dizî û şêlandinê tên sûcdarkirin bi lêdanê tên êşkence kirin.

Li gelek deveran ev kes bêyî ku bê darizandin û lêpirsînkirin tên tohmetbarkirin.

Polîs kesên ku di hawara mexdûrên erdhejê de çûn tazî kir êşkence kir

Ev jî dîmenê 6 ciwanên Amedê ku weke dixwaz hawara mexdûrên erdhejê y Semsûrê re çibûn, ji ber nasnameya wan polîs wan tazî dike û davêje kêleka rêya bajêr

Li gor agahiyên dawî gelek ji wan bi lêdanê hatin kuştin, gelek ji wan penaberin.

Polîs û leşkerên Erdogan cihê erdhejê vegûherandine cihê êşkenceyê

Polîs, leşker û komên faşîst, Rewşa Awarte, ji xwe kirin mertal çi kesên di rêde dibînin êriş dikin.

Ji ber bê lêpirsîn û darizandinê ev kes tên êşkencekirin û kuştin.

Welatiyên heremê ji ber vê rewşê bifikarin.

“Xwediyê dikana cil û bergan gel mecbûr ma cil girtin ew ne dizin”

Metîn Akin li Lîwa Îskenderûn xwediyê dikana cil û bergan e û wiha dibêje:

Dema erdhejê ez hatim camê dikanê min şikiya bûn, ji xwe dema erdhejê gel bi tazî derketibû derve.

Baran hebû gel neçar mane dikanê de ji xwe re cil û bergan bigre, bila xweş û helal be. Ez gotina dizî û şelandinê qebûl nakim, neçarbûn ji bo pêdiviyên xwe kirin.

Mexdûrên erdhejê rastî êşkenceyê hatin

Ev jî dîmeneke dinin mexdûrên erdhejê van herdû ciwana dema li navçeyê derman digrin vedigerin cihê xwe bi tawana diziyê êşkence wan tê kirin.

Li Lîwa Îskenderûn 3 kes bi êşkencê hate kuştin

Di encam polîtîka desthilata erodgan û çetên girêdayî wî doh li Lîwa Îskenderûn 3 kes bi êşkencê hate kuştin.

HDP: Çi dibe bila bibe ti mafê kesî nîne keseke din bikuje

Li ser mijarê berdevka hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan jî bertek kuştina welatiyan bê darizandin da û got:

“Çi dibe bila bibe ti mafê kesî nîne keseke din bikuje. ”

Back to top button