Li Deryaya Spî bi kêmanî 45 penaberan jiyana xwe ji dest da

Keştiyeke penaberên ku dixwestin ji Lîbyayê biçin Îtalyayê, di deryaya Spî de noqî avê bû. Bi kêmanî 45 penaberan jiyana xwe ji dest da. 

Rêxistina Koçberan a Navneteweyî û Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) têkildarî mijarê daxuyaniyek hevpar da.

Li gorî daxuyaniyê, keştiyeke penaberan li Deryaya Spî ji ber teqîna motora wê, noqî avê bûye.

Ji penaberên di keştiyê de, 37 li peravên Ziwara ya Lîbyayê ji aliyê masîgirên derdorê ve hatine rizgarkirin.

Li gorî wan kesên hatine rizgarkirin jî, bi kêmanî 45 penaberên din di keştiyê de hebûn.

Back to top button