Li Endonezyayê erdhejeke bi pileya 6.2 pêk hat, herî kêm 35 kes mirin

Li girava Sûlawesî ya Endonezyayê erdhejeke bi pileya 6.2 pêk hat û herî kêm 35 kes mirin.

Li gorî rayedaran erdhejê bandora herî giran li bajarê Mamûjûyê kir.

Nexweşxaneyek jî di nav de gelek avahî hilweşiyan.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li dehan nexweş û personelên tenduristiyê digerin ku di binê xirbeyan de mane.

Berpirsyarê tîmên alîkariya destpêkê yên Mamûjû zanî ziman ku nexweşxane hilweşiyaye.

Di bin xirbeyan de nexweş û personelên nexweşxaneyê hene.

Tê gotin herî kêm 35 kes mirine û bi dehan jî birîdnar bûne.

Ajansa meteorolojiyê û jeofîzîkê hişyarî da ku erdhejên nû dikarin rû bidin û ji ber rîska tsûnamiyê bang li gel kir ku xwe ji peravên deryayê dur bikin.

Back to top button