Koreya Bakur bersiv da tetbîqata Koreya Başûr û DYA

Koreya Bakur bi tetbîqata êrîşa nukleerî, senaryoya dagirkirina Koreya Başûr li darxist.
Rêveberiya Pyongyangê diyar kirin ku ev ceribandin ji bo DYA’yê hişyariyeke.

Piştî tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên Amerîka û Koreya Başûr bi dawî bû, li welatê cîran bersivek nû hat.

Koreya Bakur tetbîqata êrîşa nukleerî ya taktîkî bi senaryoya daghirkirina Koreya Başûr li darxist.

Koreya Bakur di tetbîqatê de 2 moşekên balîstîk ên tektîkî bikar anî

Hate ragihandinê ku di çarçoveya tetbîqatê de du moşekên balîstîk ên taktîkî yên menzîl kurt hatine avêtin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û raya giştî li hember çekên nukleerî û mûşekên balîstîk bi fikarin.

Lê Koreya Bakur diyar dike ku ev ceribandin ji bo DYA’yê hişyariyeke.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku divê DYA bombeyên stratejîk neşîne herêmê.

Her wiha Koreya Bakur tetbîqatên Koreya Başûr ya bi DYA’yê re wekî provaya şer dibîne.

Lewma gelek caran hişyarî dide û tetbîqatên heyî şermezar dike.

Artêşa Koreya Bakur destnîşan kir ew moşek di çarçoveya “tebîqata êrişa nukleerî ya taktîkî” de hatine avêtin.

Di tetbîqatê de, hinek nîşaneyên weke baregehên Koreya Başûrin hatibûn amadekirin.

Artêşa Pyongyaynê jî ev baregeh kirin armanca êrişên xwe.

Berdevkê artêşê her wiha ragihand ku wan bi vê yekê xwastine peyamekî bidin dijminan.

Ceribandina moşekê rojek piştî bidawîhatina tetbîqata hevpar a 11 rojî ya artêşa Amerîka û Koreya Başûr pêk hat.

Televîzyona dewletê ya Koreya Bakur jî ragihand ku tetbîqat ji aliyê Kim Jong-un ve hatiye şopandin.

Koreya Başûr û DYA tetbîqata leşkerî ya 11 rojan dest pêkirin

Back to top button