Seîd Hesen: Êrişên dewleta Tirk wê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê veke

Endamên Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan dan û gotin; Em ê destek bidin hêzên QSD’ê û bibin bersiva êrişan.

Hîna jî dewleta Tirk di gef û êrişên xwe yê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî de bi israr e.

Bi armanca dagirkirina hin herêmên din, rojan e herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran dike.

Gelên herêmê jî bertekên tund nîşanî vê yekê didin.

Têkildarî mijarê, Endamên Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî jî helwest nîşan dan.

Endamê Meclisa rûsipiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî Mihemed Seîd Hesen dibêje êrişên dewleta Tirk wê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê veke:

Hember Hesen: Em naxwazin xaka Sûriyê parçe bibe

Endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî Hember Hesen jî bi gotina “em naxwazin car din axa Sûrî parçe bibe”

Yûsif Hulyas: Em rê nadin êrişeke nû ya li ser herêmê

Nûnerê Suryan û Aşûriyan di desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî de Yûsif Hulyas jî got em rê nadin êrişên nû çêbibin.

Me weke gelê Aşûr û Suryan gelek komkujî û bûyer ji dewleta Osmanî dît.

Û niha jî dixwaze vê yekê bi ser gelê herêmê hemû dubare bike.

Rojane li Til Temir gundên Aşûriyan topbaran dikin da ku şêniyan resen koçber bibe.

Em jî vê yekê red dikin û destekê didin QSD’ê da bi hev re li dijî van êrişan bibin bersiv.

Back to top button