Çeteyên DAIŞ’ê li gitîgeheke Hesekê careke din tevlihevî derxistin

Duh careke din çeteyên DAIŞ’ê li girîtgeha Sîna ya Hesekê tevlihevî derxistin..

Hêzên QSD’ê ji bo pêşîlêgirtina reva çeteyan li derdora girtîgehê tedbîrên pêwîst girtin..

QSD’ê bi vê yekê rê li pêşiya tevliheviya çeteyên DAIŞ’ê girt.

Berî Hefteyekê jî dîsa çeteyan hewldan bi rêya tûnelên ku kolabûn birevin lê QSD’ê pêşî li vê hewldana wan jî hat girt.

Berî çend rojan, Amerîkayê ragihand ku DAIŞ dixwaze bi hezaran çeteyên xwe yên li girtîgehên QSD’ê ne birevînin.

Tevî xeterî û hişyariyên tên dayîn jî, hêzên navnetewî heta niha di mijara girtiyên DAIŞ’î de ti gav neavêtine.

Back to top button