Remzî Kartal: Têkoşînek mezintir dikare PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe

Di 5’ê Mijdara 2021’an de 28 kesayetên navdar ji bo PKK ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin dest bi kampanyayê kirin.Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal diyar kir ku Li seranserê cîhanê kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ‘Ji lîsteya terorê’ dewam dike, lewma divê PKK ji lîsteyê were derxistin.

Remzî Kartal, derbarê girîngî û armanca sereke ya kampanyayê axivî.

Remzî diyar kir ku Di Gulana 2002’an de PKK xistin lîsteya terorê û got :

“Armanca wan a sereke pirsgirêka Kurd hîn zêdetir kûrtir bikin.

Tirkiye ji vê biryarê hêz girt.

Hêzên emperyal bi vê biryara qirêj diyarkirin ku ew li pişt Tirkiyeyê ne.

Û ya sereke Armanca wan Kurdên azad tune bikin .

Bê guman ger PKK ji lîsteya terorê derbikeve, wê guhertinek pir mezin di pirsgirêka Kurd de çêbibe.

Niha ev dewletên emperyal û Tirkiye bi hev re PKK’ê di lîsteya terorê de digirin. ”

Remzî dawiyê tekez kir ku Em bi têkoşîna xwe dikarin PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin.

Back to top button