KCK bi daxuyaniyek şehîd Zîlan bibîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan de daxuyaniyek da û wiha got:
“Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye ku pîvanên azadiyê afirandiye û îro şervanên azadiyê li ser vê xetê dimeşin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera çalakiya fedaî ya Zîlan, ku 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersimê pêk anî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

KCK’ê di şexsê şehîd zîlan de hemû şehîdên tevgera Azadiyê bibîranî û got:

“Hevrê Zîlan bi jiyan, sekn, meş û çalakiya xwe li Kurdistanê bû sembolek, xetek, rêbazek nû pêşxist..

Zîlan gotin û çalakî kir yek, xwe bi çalakiyê îfade kir û bi vî rengî bû xwediyê jiyaneke rasteqîn.

Fêhmkirina Şehîd Zîlan, hevrêtiya bi Zîlan re tenê bi meşa li ser xeta wê dibe.

Rêber Apo got, Zîlan fermandar e, em jî şervanên li ser xeta wê ne.”

KCK’ê dazanîn ku desthilata faşîst AKP-MHP hewil dide di şexsê jinê de kurdan qirbike û serweriya xwe mayînde bike.

Û KCK’ê di berdewamiya nirxandina xwe de daxuyakirin ku li dijî vê yekê jî li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gel, jin û bindest hemû bi xeta Zîlan dikarin vê faşîzmê têk bibin.

KCK”ê diyar kir ku şehîd zîlan mînaka herî esîl a hevrêtiya bi Rêber APO re ye û ev tişt anî ziman:

“Çalakiya hevala Zîlan nîşaneya herî mezin a xwedîderketina li rastiya Rêbertî ye.

Ji xwe ya ku rastiya Zîlan derxiste holê jî ev sekin û fikir e. ”

KCK’ê dazanîn ku îro gerîlayên azadiyê li herêma Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê, Botan, Amed, Dersim, Serhed û li her deverên din li ser xeta şehîd Zîlan dijîn û şer dikin.Di dawî de KCK’ê bang li her kesî kir ku baweriya xwe bi pîvan û nirxên azadiyê bînin, ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo helwesteke hîn xurt nîşan bidin.

DOKUMENTER-Şehîd Zîlan

Back to top button