Mûstafa Karasû: Tecrîda li dijî Rêber Apo polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Apo tê meşandin ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî tê kirin û got:
“Divê her kes sedema vê bêhiqûqiya neheq a li Îmraliyê bibîne û li dijî vî tiştî derkeve”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên tecrîda giran a li dijî Rêber Apo.

“Her Kurd heta ku nebîne tecrîda li dijî Rêbertî tê wateya qirkirinê, wê nikare li dijî tecrîdê têkoşîneke xurt bide”

Bi van gotinan Mûstafa Karasû têkîldarî tecrîdê ev yek anî ziman:

“Tecrîda li dijî Rêber Apo ev 25 sal in didome.

Têkiliya vê tecrîdê rasterast bi polîtîkaya li ser Kurdan heye.

Nabe ku mirov van tiştan ji hev veqetîne. Ev polîtîkayeke qirkirinê ye.

Ji ber ku li dijî Kurdan qirkirin tê kirin, li dijî Rêber Apo jî tecrîdeke giran tê kirin.”

Mûstafa Karasû: Çavkaniya bêhiquqtî û bêedaletiyê pergala Îmraliyê ye

Karasû diyar kir ku çavkaniya hemû bêhiqûqî û neheqiyên li Tirkiyê pergala li Îmraliyê û ev tişt anî ziman:

“Her kes qala pergala edaletê dike. Dibêjin hiqûq nemaye, edalet nemaye.

Di vî warî de kî li Tirkiyê behsa hiqûq û edaletê dike, divê çavkaniya wê zanibe.

Çavkaniya hemû bêhiqûqî û neheqiyên li Tirkiyê pergala li Îmraliyê ye.”

Mustafa Karasû: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwest bê nîşandan

” Çima ev qas bêhiqûqtî tê kirin? Çima evqas bêedaletiyê dike?” Mûstafa Karasû bi wan pirsan sedema vê yekê wiha nirxand:

“Sedema wê qirkirina li ser Kurdan e.

Sedema wê polîtîkaya qirkirinê ya li ser Îmraliyê ye. Pergala li wir e.

Ger em bibêjin bê hiquqî û bê adaletî, ger em samîmî bin, divê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin.”

Mustafa Karasû: Pergala Îmraliyê ne bi tenê Kurdan hemû hêzên demokrasiyê dike hedef

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû desnîşan kir ku çavkaniya her cûre neheqiyê pirsgirêka Kurd e û got:

“Siyaseta li ser Rêber Apo tê meşandin li hemberî hemû Kurdan, têkoşîna azadiya gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û her kesî ye.

Ne bi tenê li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyê ye.

Ew jî di bin zextan de ne, bi her cure neheqiyê re jî rû bi rû ne.

Divê her kes sedema vê bêhiqûqiya neheq a li Îmraliyê bibîne û li dijî vî tiştî derkeve.

Di qada navneteweyî de kî qala edalet û hiqûqê dike, divê li dijî fermana Îmraliyê derkeve.”

Back to top button