TJA û Meclisa Perwerdeyê ya Kongra Star Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê pîroz kir

“Ziman nasname û hebûna mirovan e.” Bi boneya 21’ê Sibatê ku Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê ye, TJA û Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ev roj li tevahî dayîk û parêzvanên ziman pîroz kir.

Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star ev roj ku ji hêla UNISCL hatiye ragihandin, pîroz kir û îşaret bi rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina zimanên tevahî pêkhateyan de kir.

Bi haman boneyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyekê da zanîn ku ziman nasname û hebûna mirovan e, di heman demê de hebûna netewan e.

Tevgerê teqez kir ku gelê zimanê xwe yê zikmakî winda kiribe, wê ber bi bişaftinê ve biherike.

TJA bi bîr xist jî ku Komîteya Giştî ya NY di sala 1992’an de, bi biryara hejmar 47/135 ya ku Tirkiyê bixwe jî erê kiriye, nîşan kiribû ku perwerdeya bi zimanê zikmakî heq e, lê kirinên Tirkiyê berevajî ne.

Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê ev roj pîroz kir

Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Kobanê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li Unescoyê hate kirin ku li hember polîtîkayên pişaftinê ku Îran û Tirkiyê li dijî zarokên kurdan pêktînin xwedî helwestbin.

Mamoste Aras jî diyar kir ku ew bi saya şoreşa rojava zimanê xwe naskirine û bi zimanê xwe perwerde dibînin.

Suryanên li Qamişlo: Divê her pêkhate li zimanê xwe xwedî derkeve

Saziya Olaf Tao a Suryan bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Qamişlo panelek li dar xist û bang kir ku her pêkhateyek fêrî zimanê xwe bibe.

Back to top button