41. civîna Encûmena Hevkariyê ya Kendavê

Welatên Ereb yên di Encûmena Hevkariyê ya Kendavê de li Erebistana Siûdî civiyan.
Di civîna ku Qeter jî beşdar bû, banga hevkariya di navbera welatên kendavê de hat kirin.

Encûmena Hevkariyê ya Dewletên Kendava Erebî îro li bajarê El-Ela ya dikeve bakur rojavayê Siûdiyê civîna xwe 41. pêk anî.

Civîn bi serokatiya Qiralê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd pêk hat.

Di civînê de, Cîgirê Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Al Mektûm, Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed, Welîhedê Behreynê Mîr Selman Bin Hemed Al Xelîfe û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed amade bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Samih Şikrî jî tevlî rûniştinê bû.

Ev cîvîn, yekem civîn e ya welatên Kendavê piştî belavbûna vîrûsa Koronayê.

Di çarçoveya belavbûna vîrûsa Koronayê de jî tedbîrên pêwîst pêk hatibûn.

Bin Selman: Li dijî binpêkirinên Îranê pêwîstiya yekîtiya xebatan heye

Di civîna Encûmena Hevkariyê ya Dewletên Kendava Erebî de, Welîehdê Siûdiyê Mîr Mihemed Bin Selman Al Siûd axaftina destpê kir.

Bin Selman got ku li dijî binpêkirinên Îranê pêwîstiya yekîtiya xebatan heye.

Welîehdê Siûdiyê spasiya rola Kuweyt û Amerîkayê kir ji bo xebatên wan a ser sererastkirina têkiliyan navbera dewletên Kendavê de.

Serokê welatên Kendavê daxuyaniya dawî îmze kir

Di dawiya rûniştina destpêkê ya Encûmena Hevkariyê ya Kendavê, serok û serkirdeyên dewletên endam daxuyaniya dawî ya ji encama civînê îmze kir.

Di daxuyaniya hatî îmzekirin de, li ser ewlehî û hevkariya dewletên Kendavê, Erebî û Islamî hat teqezkirin.

Misir: Ji bo xurtkirina hevkariyê, em her tim bi yekîtiya Erebî re ne

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Karên Derve ya Misirê derbarê beşdariya Samih Şikrî ya îmzekirina daxuyaniya dawî ya Encûmena Hevkariyê ya Kendavê daxuyaniyek da.

Wezareta Karên Derve diyar kir ku beşdariya Şikrî di vê îmzekirinê de nîşana piştgiriya Misirê ji bo hevkariya di navbera welatên Kendavê de ye.

Wezaretê destnîşan kir ku Misir ji bo xurtkirina hevkariya di navbera welatên Eerebî de, hertim bi yekîtiya Erebî re ye.

Wezareta Karên Derve ya Misirê li ser girîngiya xebatên Kuweytê ji bo derbaskirina aloziya di navbera dewletên Kendav û Qeterê de destnîşan kir.

Back to top button