TEV-DEM’ê cejna Ekîto li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî bi taybet gelê Suryan, Keldan û Asûr pîroz kir.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya cejna Ekîto, peyamek weşand.
TEV-DEM’ê spasiya gelê Suryan, Asûr û Keldan kir, ku pabendî biryarên qedexeya derve bûne, şahiyên mezin li dar nexistine û şahiyên xwe di malên xwe de pêk anîne.
TEV-DEM’ê her wiha anî ziman ku, divê ji vê bêhtir kedê bidin, hevkar bin, piştgiriya hev bikin û rêgezên neteweya demokratîk ên jiyana hevpar, biratiya gelan û karê cidî pêk bînin.