Çeteyan li Efrînê sivîlek gulebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, kirinên xwe yên dermirovî li Efrînê didomînin.

Çeteyan, sivîlek li Efrînê gulebaran kir û nehiştin ti kes wî rakin nexweşxaneyê.

Li aliyekî din jî, çete her bacan ji şêniyan distînin û bacên nû li wan sepandine.

Li Efrîna dagirkerî, kuştin, dizî û talanî, asta sûcên mirovî derbas dikin.

Li wir, rengê aramî û ewlehiyê wenda bûye, ku şêniyên Efrînê her êşa zilm û zora dewleta Tirk û çeteyên wê dikişînin.

Vê carê û weke her car, çeteyan bi aramnca ku malên li Efrînê ji şêniyên wê vala bikin, şêniyê bi navê Dilbirîn Erebo ji gundê Basofanê yê navçeya Şêrewayê gulebaran kir.

Dilbirîn bi giranî birîndar bû, lê çeteyan rê neda ku nexweşxaneya Bab el-Hewa Dilbirîn pêşwazî bikin û ew birin nexweşxaneyeke Idlibê.

Meha adarê, 5 jinên êzidî hatin revandin

Binpêkirinên hovane li dijî jinên Efrînê jî, dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Çavdêriya Binpêkirinên li dijî Êzîdiyan li cîhanê, diyar kir ku, di Adara borî de, çeteyan 5 jinên Êzîdî li Efrînê girtin û jinek kuştin.

Li gorî rêxistinê:

15’ê Adarê, çeteyan jina bi navê Xezalê Betal ya 20, tevî dayîka wê Gulê Hesen ji gundê Birc Evdalo, revandin.

18’ê Adarê jî, keçek û dayîka wê û jinek din ji gundê Kîmarê girtin.

Heya niha jî, çarenûsa van jinên Êzidî ne diyar e.

Bacên nû li malbatên Efrînê tên sepandin

Bi armanca koçerkirina şêniyên li Efrînê mane jî, cete bacan li şêniyan disepînin.

Li navçeya Cindrêsê, çete bi b0ihaneya parastina mal û milkên şêniyên gundê Keferdilê Jorîn bacên nû li wan sapandin.

Li gorî Malpera Afrin Post, çete ji her malbatekê gund, 4 hezar û 500 L.S distîne.

Bi heman bihaneyê, çete 7 hezarên din ji gundiyan jî distîne.

Li ser bendê kontrolê yê gundê Metîna jî, pereyan ji sivîlan distînin.

Back to top button