HPG’: Dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafirên şer bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

“Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên hewayî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Di navbera 11 û 18’ê Sibatê de herêma Matînayê,

15, 16 û 17’ê Sibatê herêma Zapê,

18’ê Sibatê herêma Garê û

19’ê Sibatê herêmên Zap, Xakurkê, Metîna û Avaşînê bi balafirên şer hatin bombebaran kirin.”

HPG’ê diyar kir di van êrişan de dagirkeran ti encam bi dest nexistin.

Back to top button