Şêniyên Minbicê bi çalakiyekî 27’emîn a şehadeta Şehîd Zîlan bibîranî û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Bi boneya şehadeta 27’an a şehîd Zeynep Kinacî (Zîlan) Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê çalakiyek li dar xist.
Di çalakiyê de hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xilo bi navê jinên bajêr axivî.
Nezîfe diyar kir ku berxwedan û têkoşîna li ser şopên şehîdan berdewam e ku bi dehan ciwanên fedaî li ser şopa şehîd Zîlan li hember zulmê û zordestiyê serî hildan û got:
“Şehîd Zîlan, çirûskek bû ku rêya azadiyê ji hevalên xwe re ronî kir.
Em soz didin şehîdên xwe ku têkoşînê li ser şopa Zîlan, Avesta, Arîn, Sara û Rûken berdewam bikin.
Li hember êrişan serî netewînin.
Tevî ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze vîna me bişikîne, lê her carê me îsbat kir ku em xwedî projeyeke demokratîk a mirovî ne ku mafên gelê Sûrî tevahî diparêze.”