Li Tirbespiyê, Amûdê û Reqayê şehîd Zîlan hat bibîranîn

Li Amûdê, Tirbespiyê û Reqyê şehîd Zîlan bi çalakiyan cuda hat bibîranîn.

30’ê Hezîranê, salvegera 27’an a çalakiya fedayî ya şehîd Zîlan (Zeyneb Kinaci) bû.

Bi vê boneyê Şehîd Zîlan bi çalakiyan tê bibîranîn.

Meclisa Navçeya Tirbespiyê merasîmek li dar xist.

Bi dehan şênî li avahiya PYD’ê amade bûn.

Di merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Zîlan hat nîşandan.

Nameya şehîd Zîlan hat xwend.

Rêvebera meclisa navçeyê Aryan Mihemed jî axivî û anî ziman ku şehîd zîlan xwe ji bo gelê kurd feda kir.

Li Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê jî, ji bo bîranîna şehîd Zîlan pêşangeheke hat vekirin.

Tabloyên 7 şêwekarên jin û karê destan ê jinên navçeyê hatin pêşandan.

Di çalakiya bîranînê de helbest hat xwendin û stran hatin gotin.

Her wiha li Reqayê jî şehîd Zîlan bi çalakiyekê hat bibîranîn.

Şehîd Zîlan li Til Birakê bi semînerekê hat bibîranîn

Back to top button