Li Almanya buroya hilbjartinê hat vekirin

Tifaqa Ked û Azadiyê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê bi lez û bez kirin.
Di vê çarçoveyê de li Stûttgarta Almanya buroya hilbijartinê vekir.

Partiya Çepên Kesk, li bajartê Stûttgartê yê Elmanyayê buroya hilbijartinê ya pêşîn vekir.

Nûnerên partiyên siyasî ku di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de ne di vekirina buroyê amade bûn.

Hevberdevka Platforma Ked û Azadiyê ya bajêr di vekirina buroya hilbijartinê axivî û got:

“Bi vekirina buroya xwe ya hilbijartinê ya ewil li vir em kelecanî ne.

Em xelkên li derveyê welêt dimînîn, em ê vê desthilatdariyê û vî dîktatorî bişînin.

Bi dengên li derveyê welêt, em ê dawiyê li rejîma yekzilamî bînin.”

Parlamenterê berê yê HDP’ê Faysal Sariyildiz jî axivî û wiha got:

“Em ê vê carê, ji carên din bêhtir parlementeran derbixin û bikevin parlamentoyê. “

Back to top button