Dewleta Tirk gundê Eyn Îsa û Girê Spî topbaran kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundên Girê Spê û Eyn Îsayê bi giranî topbarandike, heman çeteyan jî erebeyek sivîl li ser riya M4 hedef girt.

 

Hêzên dagirker gundê Hoşanê yê 6 km dikeve rojavayê navçeya Eyn Îsayê û xwaringeha Seqir a li ser rêya M4 bi hawin û moşekan topbaran kir.

Ji ber topbaranê di xwaringehê de şewat derket.

Her wiha leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Kor Hesen, Huriyê û Sawama gundê Qizelî yê yên rojavayê Girê Spî topbaran kirin.

Di topbaranê sivîlên gund têne hedefgirtin.

Têkildarî ziyanên topbaranê heta niha agahî nehatin bidestxistin.

Di êrîşa dewleta Tirk de kamyonek şewitî û ciwanek jî birîndar bû

Li aliyekî din artêşa Tirk a dagirker erebeyeke sivîl li ser rêya M4 a nêzî gundê Hoşan ê di navbera bajarokê Çelebiyê û Eyn Îsayê de hedef girt.

Di êrişê de ciwanek birîndar bû.

Birîndar li nexweşxaneya Eyn Îsa tê dermankirin.

Tevî ku di meha Gulanê de, di navbera Rûsiya û Tirkiyê de li ser rêya M4 peymanek pêk hat jî, lê dewleta tirk û çeteyên wê rojane, êrîşî erebeyên li ser rê dike.

Back to top button