Çîgdem Kiliçgun: Em ê sedsaliya gelan di 14’ê Gulanê de ava bikin

Nazmetên Partiya Çepên Kesk bi coş li benda roja hilbijartinê ne û peyama serkeftinê didin.
Di peyamên xwe de dibêjin ew ê sedsaliya gelan di 14’ê Gulanê ava bikin.

Ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xebat bênavber berdewam in.

Bêguman bi nêzbûna dema hilbijartinê re ev xebat zêdetir bûne.

Nazmetên Partiya Çepên Kesk jî bi coş li benda roja hilbijartinê ne û peyama serkeftinê didin.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar ,

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi boneya Cejna Remezanê bi gelê Stenbolê re hevdîtin kir.

Li wir bi coşa sedan kesan buroya HIlbijartinê hat vekirin ..

Çîgdem Kiliçgun li vir axivî..

Ûçar diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê gelek krîtîk û dîrokî ne û got:

“Em weke Partiya Çepên Kesk dibêjin ‘Dîsa Em’.

Ez ji niha ve 14’ê Gulanê pîroz dikim, dê ji bo me pîroz bibe.

Yên ku vê hilbijartinê diyar dikin em in ji ber wê li qadê herî zêde em tên axaftin. ”

Ûçar piştrast kir ku ew ê sedsala gelan di 14’ê Gulanê de bi gelan re ava bikin.

Girseyê jî bi yek dengî ji Ûçar re got :

“Em hene”.

Sirri Onder: Hilbijartinên 14’ê Gulnaê xwedî girngiyeke dîrokî ne

Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Stenbolê Sirri Sureya Onder jî ev yek got..

“Ev hilbijartin ji bo me hilbijartina hebûn û tunebûne ye.

Ev hilbijartin ji bo vê yekê jî pir girîng e.

Ji bo ev yek pêk were çi ji destê me were em ê bikin, ew deynê stuye me ye.

Ev hilbijatin xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ji ber wê divê em serbikevin.”

Turkdogan: Partiya Çepên Kesk wê di meclisê de bibe temînat

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî ev yek anî ziman ..

“Divê Partiya Çepên Kesk, bi awayekê pir xurt di cih nav Meclîsê de bigire.

Bi taybetî ji aliyê zayenda civakî, mafên jin û zarokan ev mecbûrî û hewce ye.

Partiya Çepên Kesk, wê bi komeke xurt a Meclîsê, jiyana azad û civaka demokratîk dabîn bike.

Ji wê boneyê, bi taybetî em dixwazin ku koma me bi awayekê pir xurt cih di Meclîsê de bigire.

Em li hêviya gelê Stenbolê ne ku terciha xwe li wê gorê bike.”

Parêzer Mizrak: Divê gel li dengan bibe xwedî

Parêzer Bawer Mizrak ku di nav Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk de ye, got:

Em bi bi sedan parêzer û bi bi hezaran mişahidan sindoqan biparêzin..

Lê divê gel jî li deng û vîna xwe bibe xwedî.

Gelê Wanê bi biryar e

Wan a ku di 10 hilbijartinên 21 salên dawî de AKP’ê têk bir, xwe amade dike ku di 14’ê Gulanê de jî AKP’ê têk bibe.

Back to top button