YRJ’ê salvegera Roja Rojnemegeriya Kurdî pîroz kir

Yekitiya Ragihandina Jinê 125`emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.
YRJ`ê diyar kir ku çapemeniya azad bûye parçeyekî têkoşîna azadiyê ya 50 salî û got.
“Têkoşîna biserxistina şoreşê û avakirina jiyanek azad û demokratîk erkê me yê sereke ye.”

Îro 125 saliya rojnamegeriya Kurdî ye ..

Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

YRJ: Çapemeniya azad têkoşînek bêhempa da meşandin

Yekîtiyê destpêkê 125’emîn roja rojnamegeriya Kurd li tevahî rojnamevanan pîroz kir û got:

“Çapemeniya azad di dîroka Kurdistanê de di qonaxên pir giring ên têkoşînê re derbas bûye.

Çapemeniya azad li hemberî çanda qirkirin, dagirkerî, zayînperestiyê têkoşînek bê hempa meşandiye.

Rojnamegeriya Kurd bi qasî rastiya Kurdistana ku rastî her cure êrişan tê zehmet e.

Ji ber hemû êrişên li dijî Kurd û Kurdistanê tê kirin di serî de xeta çapemeniyê para xwe jê digre. ”

YRJ: Çapemeniya Azad bûye çavkaniya belavkirina rastiyan

YRJ diyar kir ku bi 50 saliya bilindkirina têkoşîna şoreşa azadiyê re, çapemeniya azad jî derbasî qûnaxek nû bû ye.

Kedkarên çapemeniya azad bê dudilî ji bo dayîna berdêlên herî giranbaha xwe amade kiriye.

“Tevî bê derfetî, zordarî, êriş, binçavkirin, girtin, tepisandinê jî gavên dîrokî avêtiye .

Li cîhanê bûye çavkaniya belavkirina rastiyan.

Di kevneşopiya çapemeniya azad de Xeta Mazlûm Dogan,Gurbetellî Ersoz, xeta parastina heqîqetê ye.

Bûye bingehê avakirina rastiya çapemeniya azad.

Bûye dengê jina azad ku pêşengiyê ji tevahî civakê re dike. ”

YRJ: Çapemeniya azad bi pêşengiya jinê bûye dengê wêrek ê şoreşê

Yekitiyê piştrast kir ku Rojnamegerên jin, li ser vî bingehî, xwe bi rêxistin kirin û weke qadeke têkoşînê hilbijartine.

Rojnamegerên jin li dijî hişmendiya netewdewlet, heta roja îro berxwedanek bê hempa dane meşandin.

Sîstema kapîtalist bi her awayî êrişî li ser beden, vîn, rihê jinê kir ..

Lê çapemeniya azad ji bo rastî, nasname û vîna azad xebat daye meşandin.

Di heqîqetê de, çapemeniya azad bi pêşengiya jinê, bûye dengê wêrek ê şoreşê.

Îro ev şoreş bûye, şoreşa tevahî jin, civak, pêkhate û baweriyan.

YRJ: Bi hişmeniya jina azad em ê têbikoşin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) dawiya daxwiyaniyê ev yek got:

“Şehîd Nûjiyan Erhan, Dilovan Gever, Dilîşan Îbiş, Arîn Cudî û bidehan şehîdan ji bo rastî mîna rokê bi biriqe canê xwe fedakirin..

Emê jî bi hişmendiya jina azad têbikoşin.

Em soz didin ku li Mîrasê şehîdan xwedî derkevin û pênûsa wan dewr bigrin.”

Back to top button