Rîhan Loqo: Her ku diçe asta serhildanê bilindtir dibe

Tevî siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Îranê li dijî jinan dimeşîne jî çirûska serhildana jinan venemiriye.
Berdevka Kongra Star​​​​​​​ Rîhan Loqo têkildarî vê yekê axivî..
Rîhan Loqo destnîşan kir ku bi yekitî û hevgirtina jinan dê van siyasetan têk biçin.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam dike.

Serhildan bi pêşengiya jinan ji bajarê Seqizê dest pê kir..

Li seranserî bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û cîhanê belav bû.

Dirûşma serhildanê “Jin, Jiyan, Azadî” li tevahî cîhanê ji bo jinan bûye felsefeyek.

Tevî zext û siyasetên dewletê li dijî serhildêran dimeşîne, roj bi roj agirê serhildanê wê gurtir dibe.

Dewleta Îranê ji bo ku dawî li serhildanê bîne rê û rêbazên cuda bi kar tîne.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo siyasetên qirkirinê yên ku dewleta Îranê dimeşîne nirxandin.

Rîhan Loqo diyar kir ku ji dehsalan ve jinên Rojhilata Navîn ji bo bidestxistina azadiyê têdikoşin ..

Rîhan bal kişand ser serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ya bi pêşengiya jinan û got:

Ruxmî siyasetên qirkirinê serhildan bê navber dewam dike û roj bi roj xurtir dibe.

Her ku asta serhildanê bilind dibe, êrişên li dijî jinan jî zêdetir dibin.

Rîhan Loqo: Jinan helwesta xwe di serhildanê de îsbat kir

Ev jî nîşan dide ku rejîm dixwaze jinan paşguh bike û dûr bixe.

Rejîma Îranê ji serhildan bi pêşengiya jinan ditirse.

Lewra hemû cûreyên tundiyê li dijî wan dimeşîne û hîcabê ferz dike.

Rîhan Loqo: Serhildana bi pêşengiya jinan teqez dê bi ser keve

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo dawiyê got:

“Serhildana bi pêşengiya jinan dê teqez bi ser keve.”

Back to top button