“Kurd bi yekîtiyê dikarin êrişên dewleta Tirk rawestînin”

Êrişên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraq û taybet jî Başûrê Kurdistanê bê navber didomin.
Hevşaredarên Binarê Qendîlê bang li aliyên siyasî kirin da ku dijî êrişan yekîtiya xwe ava bikin.

Hevşaredara Binarê Qendîlê Serwîn Celal êrişên dewleta Tirk bi tûndî şermezar kir û got;

“Di vê demê de êrişên dewleta Tirk yên ser sivîlan zêdetir bûne.

Balafirxaneya Silêmaniyê kirin hedef..

Li Pênciwênê jî wesayîtek sivîlan bombekirin.

Divê dijî êrişan Kurd bibin yek..

Divê yekîtî çêbibe.”

Hevşaredar Dilşêr Îbrahîm jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman.

Dilşêr Îbrahîm bang li Gelê Kurd kir da ku êdî rê nedin êrişan û got:

Pêwîste gelê Kurd dijî êrişan xwedî helwestek cidî be.”

Back to top button