Sînemeya Kurdî

Ji dîrokê heya niha sînema her xwedî girîngiyeke mezin bûye.
Qada Şoreşa Rojava jî qadeke azadiyê ye û ji bo pêşxistina huner û sînemaya Kurdî cihekî girîng e.
Ji bo vê girînge sînemsaz û şanogerên Kurd ên ji çar aliyên cîhanê berê xwe bidin Rojava û pêşengiya gel bikin.
Xebatên sînemayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geş dibin
Pêşketina çêkirina fîlman li vir mirovan bextewarî û kelecanî dike.
Niha Komîna Fîlman a Rojava, wek berdewama xebatên pêşxistina sînameyê, atolyeyeke nû vekiriye.

Bi pêşketina şoreşê ve gelek xebatên çand û hunerê rê jî bi pêşketin.

Yek ji van xebatên çand û huner xebata sînema yê ne.

Bê goman sînema weke huner roleke wê sereke di şoreşê de heye.

Ji ber sînema çanda ku şoreş dide avakirin, rola sînema wê çandê mayînde dike û têxe malê dîrokê.

Ji ber vê yekê jî rola sînema di şoreşê de pir giringe.

Dema em li dika hunerê bigiştî û bi taybet a sînema dinêrin em rastî gelek berhemên giring tên.

Xebatên sînemayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî geş dibin..

TEV ÇAND a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya pêşxistina sînemaya kurdî de, xebatên atolyeyan didomîne.

Xebat ji sala 2015’an ve di bin sîwaneya Komîna Fîlman a Rojava de tên meşandin.

Perwerde hatine dayîn û bi dehan kes tev lê bûn.

OKesên ketin wan perwerdeyan jî, di çêkirina rêzefîlm, kurtefîlm û fîlman de cih girtiye.

Wek encameke wan perwerdeyan heta niha belgefîlmên û rêzefîlm hatine çêkirin.

Ji wan “Evîna Kurd” û “Tava Sor” ..

“Xebatên atolyeyê didomin”

Komîna Fîlman a Rojava, wek berdewama xebatên pêşxistina sînameyê, atolyeyeke nû vekiriye.

Atolyeyê li Qamişloyê 9’ê Nîsanê dest pê kiriye.

40 kes tev lê dibin û ber bi dawiya atolyeyê ve jî dê perwerdeyên branşan bên dayîn.

Egîd Nûma: Armanc avakirina akademiyê ye

Ji rêveberiya kargeha sînemayê Egîd Nûman axivî..

Nûman dibêje em hewl didin van xebatan berfireh bikin û veguherînin akademiya sînemayê.

Back to top button