Polîsên dewleta Tirk a dagirker Îro danê sibehê li Bedlîs û navçeyên wê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes hatin binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk a dagirker vê sibê li navenda bajarê Bedlîsê yê Bakûrê Kurdistanê û navçeyên wê Tetwan, Norşîn û Xîzanê bi ser gelek malan de girtin.
Hate ragihandin di van serdegirtinan de herî kêm 8 kes hatine binçavkirin.
Li gor agahiyan kesên hatin binçavkirin birine fermandariya cendirmeyan a bajêr û ji ber ku biryara veşarî li ser dosyeyê wan heye, parêzeran nikarîbû hinceta binçevkirina wan hîn bibe.
Li Cizîra Botan temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin