Çeteyan 7 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandin

Çeteyê dewleta Tirk yê li Efrîna dagirkirî berpirsiyar tevî kurê xwe zarokeke keç li Efrîna dagirkirî revand û destavetinê.
MÎT’a dewleta Tirk a dagirker jî 7 welatiyên din ên Efrînî revandin
Her wiha dagirkeriya Tirk 500 koçberên Sûrî dersînorî herêmên dagirkirî kir.

Li Efrîna dagirkirî sûc û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê bi dawî nabin.

Bi taybetî di demên dawî de li dijî zarokan destdirêjî pir zêde dibe.

Çavkaniyan ragihand ku çeteyê berpirsiyar yê bi navê Zekeriye Bustanî û kurê wî Nasir Bustanî zarokeke keç ji pêşiya mala wê di bin gefa kuştinê de revandin û destavtinê.

Zaroka, cete Zekeriye Bustanî û kurê wî Nasir dest avetine M.C. a 14 salî ye.

M. C ji şêniyên gundê Til Silûrê yê navçeya Cindirêsê ye.

Çavkaniyan destnîşan kir koma Sultan Suleyman Şah (El Emşat) jî ji bo bûyerê eşkere nebe gefa kuştinê li malbatê xwarine.

Her wiha hate eşkerekirin ku komên çeteyan li navenda bajarê Efrînê kampek vegerandina navendeke fihûş û belavkirina hişbirê.

Kamp bi navê “Munteda Sûriyeyî” piştî erdheja 6`ê Sibatê li nêzî kolana Vîlat hatiye avakirin.

Çavkaniyan da zanîn ku çete jinan ji Bab û Idlibê direvînin û di bin gefê de, zor li wan dikin ku li wê kampê, di fihûşê de kar bikin.

Li aliyê din çavkaniyên xwecih, da zanîn ku MÎT’a dewleta Tirk 7 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê revandine.

Hate diyarkirin ku MÎT’ê li ber malbatên wan heqaret û êşkence li wan kirine.

Li gorî çavkaniyê navê kesên hatine revandin Egîd Ebdo û Beşar Weysî, Ebdulhemîd Xelîl, Cuma Kelxo, Mihemed Tobal, Mistefa Colaq û Ferhad Hemûş e.

Dewleta Tirk 500 Sûriyên din dersînorî herêmên dagirkirî kir

Li aliyekî din dersînorkirina koçberên Sûrî bo herêmên dagirkirî dewam dike.

Hate ragihand ku dewleta Tirk a dagirker 500 koçber ên ji herêmên cuda yên Sûriyê bi darêzorê dersînorî Cerablusê kir.

Hate diyarkirin ku kesên hatine dersînonerkirin dê li herêmên dagirkirî werin bicihkirin.

Back to top button