Salih Muslim derbarê tecîrda li dijî Rêber Apo axivî

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim anî ziman ku tecrîda li dijî Rêber Apo ji berê girantir bûye.
Û diyar kir ku CPT’î dikare pêşî li êşkenceya ku tê kirin bigire, lê mixabin bi erka xwe ranabe.
Salih Muslim li hember tecîrdê banga bilindkirina asta têkoşînê li gel kir. 

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê tecrîda giran a li dijî Rêber Apo de ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim: Tecrîd ji berê girantir bûye

Salih Muslim dibêje tecrîda li dijî Rêber Apo ji dema ku hatî girtin de zêdetir giran bûye.

Her wiha da zanîn ku yên tecrîdê ferz dikin jî hêzên ku di nava komployê de bûn û got:

“Ev hêz jî Gladiyoya NATO ye. Tirkiye tenê harisiyê dike.

Bêguman di şer de timî Tirkiyê didin pêş. Tirkiye jî li gorî hiqûq û qanûnên xwe tevnagere.

Sîstema li Îmraliyê sîstemeke navneteweyî ye. Ewropa jî di nav vê yekê de ye.

Hîn jî di bin kontrol û bandora Gladio ya NATO’yê de ye.”

”CPT dikare pêşî li êşkenceyê bigire, lê vê yekê nake”

Têkildarî nêzîkatiya CPT’î jî Salih Muslim bi bîr xist ku CPT komîteya pêşîgirtina li êşkenceyê ye û got:

“Eger êşkence hebe divê li ber vê rabe. Mixabin di mijara Rêber Ocalan de tenê weke çavdêrekî tevdigere.

Lêkolîn dike bê êşkence heye yan na û raporê dide Konseya Ewropayê.

Dibêje ku bêyî destûra Tirkiyeyê nikare raporê eşkere bike.

Eger dixwaze pêşî li êşkenceyê bigire divê xwe ji pozîsyona raportorekî rizgar bike.

Tevî ku li pişta wê hêzeke mezin heye jî lê dîsa vê yekê nake. CPT diçe Îmraliyê lê daxuyaniyekê nade.

Têkildarî Rêbertî ti agahî nayê wergirtin. Ev jî rêbazeke êşkenceyê ye. Divê pêşî li vê yekê were girtin.”

Salih Muslim: Divê asta têkoşînê were bilindkirin

Salih Muslim banga xurtkirina asta têkoşînê li gel kir û wiha bi dawî kir:

”Di sala 2022’an de berxwedaneke mezin hate kirin. Lê belê encamek bi dest neket.

Berxwedaneke serketî bû, lê têrker nebû. ji ber vê yekê divê mirov berxwedanê hîn berfireh û mezin bike.

Divê di sala 2023’an de hem li Kurdistanê hem jî li derveyî welat berxwedan û têkoşîn were bilindkirin.

Eger ev yek pêk hat teqez wê encam were bidestxistin.”

Back to top button