Wê ciwanên Başûr ji Ranya heta Zînî Wertê bimeşin

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji ber provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 16 Gulanê de ji Ranyayê ber bi Zînî Wertê ve dest bi meşa dirêj bikin. Ciwanan banga tevlîbûnê kirin.

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê derbarê meşa ku wê ji Ranya heta ber bi Zînê Wertê ve were destpêkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pilana dewleta Tirk deşîfre bûye û ev tişt hatin gotin:

“Bi provakasyona Zînî Wertê re plana dewleta Tirk a dagirker ji alî her kesî ve pir vekirî hatiye dîtin.

Di serî de ev di şêniyên Zînî Wertê û gelê Başûrê Kurdistanê de, nerazîbûnek pir mezin daye avakirin.

Sedemên provakasyonê û planên dewleta Tirk a dagirker eşkere bûne û li ser vî jî gel, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, dayikên laçikspî, jin, peşmergeyên dêrîn, mamoste, bang li PDK’ê dikin ku bila hêzên xwe ji Zînî Wertê bikişînin.

Lê PDK’ê hîn jî guh nedaye van bangawaziyan.”

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ewê xwedî li erka xwe derdikevin û wiha domand:

Bi ruhê gerîla, pêşmerge û şervanên ku ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya Kurdistanê şehîd bûne, em ê ber vî Zînî Wertê ve meşeke dirêj bidin destpêkirin.

Em ê tu carî nehêlin ku planên dewleta Tirk ên dagirkirina Başûrê Kurdistanê bigihije armanca xwe.

Li ser vî bingehî, di 16’ê Gulanê de bi slogana “Em ji bo yekîtiya neteweyî dimeşin” em ê meşa xwe ya dirêj bidin destpêkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna meşê bang li gelê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, jin, ciwan, peşmergeyên dêrîn û nûnerên baweriyan hat kirin.

Meş wê saet di 10.00’an de li ber zanîngeha Ranya dest pê bike.

Back to top button