HDP: Dewleta Tirk li şûna tedbîran bigire, êrîşî tenduristiya gel dike

Partiya Demokratîk ya Gelan HDP’ê, diyar kir ku dewleta Tirk li şûna pêşiya belavbûna vîrûsa Coronayê bigirin, mirina mirovan da ber çavên xwe.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê civîneke xwe bi riya vîdoyê li dar xist.

Piştî civînê HDP’ê encamnameyek ji 14 xalan pêk tê ragihand.

HDP’ê destîşan kir ku jidêla desthilata dewletê tedbîrên xwe li dijî vîrûsê xurtir bike, ketiye nava hewldanên nixûmandinê.

HDP’ê diyar kir ku ji roja yekê ya vîrûsa Coronayê derketî, ji bo tenduristiya civakî û gel ti gavek pêwîst nehatiye avêtin.

Têkildarî metirsiya belavbûna vîsûrê li zindanan, HDP’ê bang li dewletê kir ku divê demildest girtiyan serbest berden.

Her wiha derbarê destserkirina şarederiyan û erkdarkirina qeymûnan, HDP’ê got:

“Ev tê wateya êrîşekî li dijî tenduristiya gel û dijminahiya gelê Kurd.”

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê bang li her kesî kir ku destekê bidin têkoşîna wan û keda xwe li aştiya civakî zêde bikin.”

Back to top button