Sana: Sîstema parastina asîmanî êrîşeke bi fûzeyan ya Îsraîlê têk bir

Li gorî çapemeniya hikûmeta Şamê, hat ragihandin ku êrîşeke dijminane ya Îsraîlê ku bi fûzeyan pêk hat, hat têbirin.

Li gorî ajansa Sana ya girêdayî hikûmeta Şamê, derdora saet 20:30 an de, sîstema parastina asîmanî ya hikûmetê li parêzgeha Humsê, êrîşeke bi fûzeyan ya Îsraîlê têk bir.

Hat ragihandin ku sîstema parastinê ya hikûmetê çend fûze Îsraîlê beriya bigihêjin armancên xwe teqandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî da zanîn ku balafirên Îsraîlê bi 8 fûzeyan hewil da balafirxaneya El-Şueîratê bike armanc.

Li gorî çapemeniya Libnanî jî, balafirên şer yên Îsraîlê li ser herêmên bakurê Libnanê di dema êrîşê de difiriyan.

Back to top button