Kazimî berê xwe da Amerîka

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo beşdarbî civîna Meclîsa Giştî ya NY bibe diçe Amerîkayê.
Di dema serdanê de Kazimî wê rewşa li welat gotûbêj bike.

Îro serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li gel şandeyek ji bo beşdarbûna civîna Meclîsa Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya di 26’ê Îlonê de pêk were wê biçe bajarê New York ê Amerîka.

Kazimî her wiha wê rêze hevdîtinan li gel serok û berpirsên welatên cîhanê pêkbîne.

Bi taybet wê li gel serokê Amerîkayê Joe Biden bi cive.

Du berpirsên Hikûmeta Iraqê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin bernameya serdana Kazimî diyarkirin û ragihandin ku hinek dosyeyên siyasî, aborî û ewlehiyê li gel serok û berpirsên welatên cihanê guftugo bike.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku wê li ser krîza siyasî ya li Iraqê li gel serokê Amerîkayê Joe Biden re bi cive.

Her wiha di nava mijarên li gel Joe Biden guftugo bike de hebûna DAIŞ, hebûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Iraqê û karên NATO’ê heye.

Li gorî agahiyên hatîn parvekirin guftugoya Kazimî ya li gel Joe Biden bike wê zêdetirîn li ser alozî û nakokiyên di vê dawiyê de li Iraqê rudayîn û gumanên dubare jiyankirina bûyerên li Herêma Kesk be.

Her wiha li gorî heman çavkaniyê mijarek din ya Kazimî li ser bi sekine ew e ku Amerîka ji bo têkiliyên di navbera Iraq û Siudiyê de navbeynkarî bike ye.

Back to top button