Li Tirkiyê nêzî 14 hezar kes bi Corona ketine, 214 jî mirine

Li Tirkiyê hejmara kesên bi vîrûsê ketine dibe nêzî 14 hezar kesî û ji bo berdana girtiyên li zindanên Tirkiyê, bang tê kirin.

Li gorî daneyên dawî jî, Tirkiye dikeve rêza 10’an ku vîrûsê lê belav bûye, li gorî daneyê dewletê, heta niha, nêzî 14 hezar kes bi vîrûsê ketine û 214 kes jî mirine.

Sendîkaya Kedkarên Tendiristiyê û Xizmetên Sosyal jî diyar kir li nexweşxaneyên Tirkiyê li dijî hêla vîrûsa Coronayê têra xwe tevdîr nehatine standin û got:

”Li 60 bajarî û li 304 nexweşxaneyan tevdîrên dijî vîrûsê kêm in.”

Li Tirkiyê girtîgeh ji ber vîrûsa Corona di metirsiyê de ne.

Girtiyên li Girtîgeha Wanê ku ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa Coronayê li benda berdanê bûn, lê nehatin berdan îsyan kirin.

Piştî şewata derxistin, fîtik û dengê qêrînê li taxên derdorî girtîgehê bi zelalî hatin bihîstin.

Polîs û jendermeyên rejîma Tirk ketin tevgerê, ambulans û wesayîtên agir vemirandinê jî ber bi girtîgehê ve ketin tevgerê.

Back to top button