Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundekî Iraqê kir

Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî gundeke bajarokê Gulale ya girêdayî parêzgeha Xaneqînê ya Iraqê kir.

Îro di saetên êvarê de, çeteyên DAIŞ’ê bi hewanan êrîşî gundê Islahe yê girêdayî bajaroka Gulale kir.

Li gorî hêzên ewlehiyê yên herêmê, çeteyên DAIŞ’ê bi 5 guleyên hewanan êrîşê gundê Islahe kirin.

Ji vana 4 gule li nava gund ketine guleyek jî li nava robarê avê ketiye, di encamê de tenê zirerên madî çêbûn.

Gundê Islahe ya ku dikeve devera Şêx Bawe li ser rêya Kelar û Gulale, gelek caran rastê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatiye.

Back to top button