Îlham Ehmed: Dewleta Tirk bi siyaseta Tirkkirinê dagirkeriya xwe li Sûrî mayînde dike

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk-MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir dewleta Tirk li heremên dagirkirî, bi siyaseta tirkkirinê dixwaze çanda resen a gelên herêmê tine bike. Îlham Ehmed destnîşan kir ku divê gelên herêmê li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe xurt bikin.

Ji aliyê MSD’ê ve li Bajarê Helebê derbarê dagirkirina Efrînê, hewildanên berfirehkirina dagirkeriya Tirk û gûhertina demografiyayê li Sûriyê panêlek hate lidarxistin.

Seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed di panêlê de axivî.

Îlham Ehmed balkişand li ser kiryarên dewleta Tirk li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûsê û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo mayîndebûna xwe li van deverên navborî siyaseta tirkirinê ya Osmaniya nû dimeşîne.

Seroka Desteya Rêvebera a MSD’ê di destpêkê de behsa girîngiya bajarê Efrînê ku weke mozayîkekê ye û hemû pêkhateyên herêmê têde dijîn tê naskirin, kir.

Girêdayî herêmên dagirkirî Îlham Ehmed got:

“Dema em behsa mijara Efrînê dikin, em behsa hemû herêmên Sûriyê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin dikin, weke Cerablus, Bab û Ezazê.

Lê di Efrînê de gelek tişt qewimîn, ji koçberkirina bi darê zorê bigire heta bi hilweşandina cihên dîrokî.”

Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya siyaseta tirkkirinê dixwaze çanda resen a niştecihên herêmê tine bike û pêkhateyên têde li gorî xwe bikar bîne.

Îlham Ehmed: Divê gelên herêmê li hember siyaseta dagirkeriyê yekîtiya xwe xurt bike

Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk ne li dijî rejîma Sûriyê ye û ne li dijî dîktatoriyê ye, lê berovajî vê yekê ew dixwaze desthilatdariya xwe li axa Sûriyê ferz bike û bandorê li rêveberiya Şamê bike.

Îlham Ehmed di dewama axafitina xwe de derbarê hevkariya ewlehiya di navbera herdu hikumetên Şamê û Enqereyê de got:

“Em diyaloga di navbera dewleta Tirk û rejîma Şamê de ya têkildarî hevkariya ewlehiyê matmayî namînin.
Ji ber ku piştî wan diyalogan hikumeta Şamê dorpêçek li ser gelê herêmê ferz kir. Divê gelên herêmê li hember siyaseta dagirkeriyê yekîtiya xwe ava bikin.”

Back to top button