Hiqûqnas Şahîn Lalê: Li herêmên dagirkirî nifşekî kujer tê gihahandin

Parêzer û hiqûqnas Şahîn Lalê hişyariya rûdana karesatê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de da û got: ” Li heremê dagirki nifşekî kujet tê gihandin.”

Hiqûqnas Şahîn Lalê diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li ser projeya xwe ya ′herêma ewle′ xebitî.

Lê piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sûcên êriş û dagirkeriyê yên ku qanûna navneteweyî wan ceza dike, eşkere bû ku ew hincet derew in.

Lalê got: “Dewleta Tirk bi rêya komên terorîst ên çeteyan hîna jî sûcên hovane pêk tîne.

Li gorî herêmên din, rêjeya sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tên bilintir e.

Dewleta Tirk nivşeke kujer li van herêma mezin dike.

Divê NY, di çerçoveya qanûnên Cenvere yê Mafê mirovan de destwerdan bike”

Li gorî Şahîn Lalê, armanc ji pêkanîna sûcan li dijî niştecihên ku li bajarên xwe mane ew e ku wan bi darê zorê bide koçberkirin û plana xwe ya guhertina demografîk bibe serî.

Di mehekê de 300 kes li Girê Spî hatin bicihkirin

Back to top button