Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 12’an de ye

Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya dorveger kirin, grev di roja 12’de didome.
Dîlgirtiyên azadiyê bi rêka malbatê xwe re peyamê xwe radighînin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê ketine greva birçîbûnê diyar kirin ku rêya xelasiya ji krîzê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo girtiyên siyasî yên zindanên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di greva birçîbûnê ya dorveger de ne.

Greva birçîbûnê bi biryardarî di roja 12’an de dewam dike.

Girtiyên PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya xwe kirin.

Girtiyên azadiyê heta 15’ê sibata 2024 daxwazên wan pêk neyê wê çalakiya xwe bikin Rojiya Mirînê.

Her roj girtî bi rêya malbatan xwe peyaman dişinin û dixwazin her kes li çalakiyê xwedî derkevin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê têkildarî çalakiyê peyamek parve kirin.

“Tecrîd binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye”

Peyama dîlên azadiyê wiha ye:

“Pergaleke tecrîd û îşkenceyê ye ku mînakên wê nînin.

Ev sê sal in agahî ji Rêber Apo nayên girtin.

Êdî ev rewş veguheriye rewşeke ku xetereyê li ser jiyan û tenduristiya wî çêdike.

Ev tecrîd, bi awayeke eşkere binpêkirina hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye.

Tevî vê yekê jî bi israr tê domandin. CPT û saziyên din jî bi bêdengiya xwe dibin şirîkên vê îşkenceyê.”

“Em pergala îşkenceyê qebûl nakin”

Peyama girtiyan wiha bi dawî bû:

“Tecrîda li Îmraliyê û neçareserkirina pirsgirêka kurd, welêt ber bi krîzeke mezin ve biriye.

Domandina şer, rê li ber kûrbûna krîzê vedike.

Tekane rêya xelasiya ji vê krîzê, rakirina tecrîda li Îmraliyê, azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên siyasî ye.

Weke girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê; em vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Rêbertî û gelê me tê ferzkirin qebûl nakin.

Rêbertiya me, sedema jiyana me ye. Em, azadiya Rêbertiya xwe weke azadiya tevahiya gelên bindest û civakên demokratîk dibînin.

Banga me ji bo tevahiya gelê me/gelên me, jin û ciwan, hemû kedkar, şoreşger-demokrat û yên ji xwe re dibêjin mirov, ew e ku tev li vê kampanyayê bibin û ji bo serkeftina wê tişta ji dest tê bikin.”

Greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî di roja 11’an de ye

Back to top button