Bêrîvan Bekçî: Divê hiqûq bê bicihanîn, hevdîtin bi Rêber Apo re bê kirin

Derbarê tecrîda li Îmraliyê û daxwazên girtiyan yek ji parlementerên Colemêrgê û Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD axivîn .
Kesên axivîn diyar kirin ku dêvê hiqûq bê bic anîn û hevdîtin bi Rêber APo re bê kirin.

Ji Rêber APo yê li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, ev 33 meh’in tu agahî nayên girtin.

Grevên birçîbûnê yên dorveger ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APo di 27’ê mijdarê de hatine destpêkirin, di roja 12’emîn de berdewam dikin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-OHD ya Stenbolê Berîvan Bekçî derbarê tecrîda li Îmraliyê de axivî.

Bêrîvan Bekçî: Daxwazên girtiyan ji daxwazên gel cudatir nîn e

Parêzer Bekçî da zanîn tecrîd di peymanên navneteweyî de nînin û wiha got:

“Ev grevên birçîbûnê ji bo hevdîtin bi Rêber Apo re û daxwaza çareserkirina pirsgirêka kurd e.

Ji bo ku ev daxwaz werin pêkanin, dê pêvajoyek were meşandin.

Daxwaza girtiyan ji daxwazên gel cudatir nîn e.

Em bang li saziyên sivîl û hiqûqê dikin ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin.”

Oznûr Bartin: Divê li Îmraliyê hiqûq bê bicih anîn

Di derbarê heman mijarê de Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan-HEDEP Oznûr Bartin jî axivî.

Oznûr Bartin diyar kir ku qedexeya hevdîtinan a ku li Rêber Apo tê ferzkirin, tercîha vê desthilatdariyê ye .

“Ya ku divê desthilatdarî bike ew e ku ji bo pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên bingehîn ên welêt çareseriyeke rasteqîn biafirîne.

Rêya vê yekê jî rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna rêbazên demokratîk e.

Divê destûr ji hevdîtina bi Rêber APo re bê dayin, hiqûq bê bicihanîn.”

“Daxwazên girtiyan banga ji bo aştiya civakî ye”

Hevserokê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Yûsûf Erdogan jî axivî .

Yûsûf Erdogan diyar kir ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de, “bangeke ji bo aştiya rewa û civakî ne.”

Erdogan, bal kişand ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û got:

“Em dibînin ku tecrîd rêbazeke îşkenceyê ye û ne tenê li Îmraliyê, li girtîgehên din jî wekî rêbazeke desthilatê tê sepandin. ”

Erdogan, diyar kir ku bi saziyên sivîl re komîsyon ji bo çalakiyên greva birçîbûnê hatine avakirin û got :

Dê di nava vê hefeteyê de em ê serdana girtîehên ku grevên birçîbûnê lê didomin bikin.

Back to top button