“Çareserî di danezana Rêveberiya Xweser de ye”

Endamên saziyên sivîl ên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê di danezana Rêveberiya Xweser de ye û got divê her kes piştgiriya wê bike.

Rêveberiya Xweser di 18’ê Nîsana borî de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê danezanek pêşkêş kir..

Hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê Mehmûd El Mizgar têkildarê danezanê got:

” Danezan modela herî guncaw a jiyana hevbeş û yekitiya gelan e, her wiha mafên tevahî sûriyeyiyan mîsoger dike.

Di danezandê de banga pirrengî, nenavendîbûnê tê kirin ku li dijî berjewendiyên dewletên derve ye.”

El Mizgar bang li hikumeta Şamê û tevahî sûriyeyiyan kir ku ji bo bidawîkirina şerê navxweyî li ser maseya diyalogê rûnin û qedera xwe bêyî destwerdana derve diyar bikin.

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilat ê Dêrazorê Yehya El Elî jî got divê hikumeta Şamê li şûna ku armancên dewletên din pêk bîne, gelê xwe li gorî danezana Rêveberiya Xweser hembêz bike.

Back to top button