Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ser Kurdistanê saziyên Kurd ên li Ewropayê banga tevlîbûna meşa 14’ê tebaxê kirin.
Platforma “Ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê / Ewropa” ku ji saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê pêk tê, li dijî êrîşên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin dewleta Tirk a ku di nava krîzên giran de ye li welat û derveyî welat şer, dagirkerî û komkujî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê giran kiriye.
Saziyan diyar kir ku divê hêzên neteweyî yên Kurd nakokiyên nava xwe deynin aliyekî, destketiyên gelê Kurd ên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê mîna çavê xwe biparêzin.
Hat diyarin ku riya yekane ya parastina destketiyan û pêşîgirtina li dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger yekîtiya neteweyî ye.
Her wiha bang li gelê Kurd û gelên bindest hemûyan hat kirin ku 14’ê tebaxê beşdarî meşa ‘Parastina Kurdistanê’ bibin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê.