GIRTIYA JI BO DOZA PKK’Ê AYTEN BEÇET ÇALAKIYEKE CANBEXŞANE PÊK ANÎ

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakger bi biryardarî çalakiyên xwe didomînin.
Girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakiyeke canbexşane pêk anî.
Carek din dewleta tirk a faşîst ji bo gel xwedî li Cenazeyê Aytan Beçet dernekeve cenaze revand û şand Dîlokê.

Li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan çalakî derbasî qonaxeke nû dibe.

Çalakgerên di çalakiya greva birçîbûnê de ne bi biryarin ku tecrîdê bişkînin û Rêber Ocalan azad bikin.

Herî dawî girtiya siyasî Ayten Beçet a li Girtîgeha Jinan a Gezbeyê tê girtin çalakiyeke canbexşane pêk anî.

Bi bihîstina agahiyê re parêzer çûn ber deriyê girtîgehê.

Rêveberên girtîgehê ji bo parêzeran aniye ziman ku Beçet xwe bi darve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.

LI STENBOLÊ BI SEDAN KES MEŞIYAN

Piştî hat zanîn ku cenazeyê Ayten Behcet anîne Stenbolê bi sedan kes çûn ber saziya tiba edlî.

Lê belê polîsan êrîşî girseyê kir. Di dema mudaxileyê de gelek kes hatin derbkirin û 4 kes jî hatin binçavkirin.

Piştî mudaxileyê girse ji ber saziya tiba edlî çû û li ber avahiya HDP’ê û bi sedan kes meşiyan.

Di dema meşê de siloganên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

RAYEDARÊN DEWLETA TIRKIYÊ CENAZEYÊ BEÇET REVANDIN

Rayedarên dewleta Tirk a faşîst ji bo xwedîderketina gelê Kurd ya ji bo cenazeyê Beçet asteng bikin, cenazeyê Beçet ji Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosna girtin û ji bo veşartinê şandin Dîlokê.

CENAZEYÊ AYTEN DI BIN DORPÊÇA POLÎSÊN TIRKIYÊ DE HAT VEŞARTIN

Polîsên dewleta tirk a faşîst ji bo defenkirina cenazeyê Ayten şert dan pêş malbatê û gotin, herî zêde 5 kes dikarin tev li merasîma cenaze bibin.

Malbatê li gel dayik Fatma Beçet û bav Sabri Beçet bi tevlêbûna 20 kesan di tariya şevê û dorpêça ezkeran de cenaze defin kirin.

Dewleta tirk a faşîst Cenazeyê Ûgur Şaker jî revand û bê agahiya malbatê ew defin kir.

Leave a Reply

Back to top button