21 ÊZDIYÊN HATINE RIZGARKIRIN GIHAŞTIN ŞENGALÊ

Şervanên QSD’ê di pêngava Bagera Cizîrê de bi sedan Êzidî rizgar kirin.
Êzdiyên hatine rizgarkirin bi rêya Mala Êzdiyan a herêma Cizîrê derbasî Şengalê tên kirin.
Herî dawî îro 21 Êzidiyên ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destê DAIŞ’ê hatîn rizgarkirin derbasî Şengalê bûn.

Şervanên QSD’ê di nava meha dawî de zêdeyî 60 Êzidiyên di destê çeteyên DAIŞ’ê de bûn rizgar kirin.

Herî dawî şervanan 21 Êzidiyên ku ji jin û zarokan pêk dihat rizgar kiribûn.

Ji bo derbas kirina wan jî ew radestî Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê kirin.

Lê rêveberiya Iraqê destur ne dabû ku ev êzdî derbasî Şengalê bibin.

Piştî ku hevdîtinên YBŞ’ê û radeyarên Artêşa Iraqê îro destûr hate dayîn ku 21 Êzidiyên hatin rizgarkirin derbasî Şengalê bibin.

21 kesên hatin rizgarkirin li Fermandariya YBŞ’ê ya li Xanesorê ji aliyê malbatên wan ve bi coş hatin pêşwazî kirin.

Piştî nivîsandina navên kesên hatine rizgarkirin, ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve radestî malbatên wan hatin kirin.

Leave a Reply

Back to top button